Îro li bajarê Qamişlo, nûnerê DYA’ê bakur û rojhilatê Sûriyê bi nûnerên PYNK’ê re civiya.
Nûnerê DYA li bakur û rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger serdana navenda giştî ya PYD’ê li bajarê Qamişlo kir û bi berpirsên PYNK’ê re civiya..
Şandeya Amerîkî ji aliyê endamê desteya hevserokatiya PYD Aldar Xelîl, berdevka PYD Sema Begdaş û serok û sekreterên partiyên PYNK’ê ve hat pêşwazîkirin.
Hevdîtinê li pêş dezgehên çapemeniyê girt 2 seatan dewam kir..
Li gorî ajansa ANHA’yê, rewşa herêmê û bi taybet a Efrîna dagirkirî hatiye nîqaşkirin.