6. Pêşengeha pirtûkan a şehîd Herekol di roja 3. de ye

6’emîn pêşengeha pirtûkan a şehîd Herekol di roja 3. de li Qamişlo dewam dike. Di roja 3. de xwendekar û welatiyên Qamişlo serdana pêşengehê kirin.

Pêşengeh bi diruşma “Pirtûk Samanê Cîhanê Ye” dest pê kir.

Di roja 3. de gelek welatî, xwendekar û endamên saziyên Rêveberiya Xwerser serdana pêşengehê kirin.

Nivîskar Salihê Heydo jî ku bi 18 pirtûkên xwe beşdar bûye derbarê vekirina pêşengehê de axivî û
û got:

“Di pêşengehê de pirtûkên floklorî, wêjeyî, siyasî hene.

Divê gel vegera li dîroka xwe û baş bixwîne, ji lewra xwendina pirtûkan gelekî girîng e.”

Pêşangeh dê heya 29’ê Cotmehê vekirîbe.

Back to top button