“Têkoşîna ji bo azadiya rêber Apo divê bê mezinkirin”

Berdevkê însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan, Ferzende Munzir diyar kir ku armanca tecrîdê têkbirina vîna gelê Kurd e û got, “Divê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bê mezinkirin.”

TEV-DEM’ê bi beşdariya bi dehan şêniyên kantona Hesekê, endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser tecrîdê civînek li hola Marbêla ya Hesekê li dar xist.

Berdevkê Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan Ferzende Munzir axivî û got: “Felsefeya rêber Ocalan û fikrê wî yê azad, li seranserî cîhanê belav bû.

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Ocalan, li dijî qanûnên navneteweyî ne.

Divê ev doz li dadgehên navneteweyî, xebat li ser were kirin.”

Munzir bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo mezin bikin.

Back to top button