Hêrs û çalakiyên li dijî êrişên bi çekên kîmyewî didome

Li bakur û rojhilatê Sûriyê dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve û bêdengiya cîhanê, çalakî û nerazîbûn dewam dikin. Îro jî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin û bikaranîna çekên kîmyawî şermezar kirin. Her wiha bang li civata navneteweyî hate kirin ku li dijî vî sûcê mirovahiyê helwestê nîşanî dewleta Tirk bidin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên gel yên li dijî êrişên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyawî û bêdengiya cîhanê, dewam dikin.

Îro jî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin û bang li hêzên navnetewî hate kirin ku helwestê nîşanî sûcê dewleta Tirk bidin.

Şêniyên Dêrikê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin

Şêniyên navçeya Dêrikê li dijî êrişên bi çekên kîmyewî meşek lidarxistin.

Meşê ji Qada azadî dest pê kir û li sûka navendî veguherî mitîngê.

Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê Hogir Elî axivî û piştevaniya ji gerîla re anî ziman.

Her wiha Endamê PYD’ê yê şaxê Dêrikê Mûtîi Elî jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li hember berxwedana gerîla bi bin ket.

Welatiyên Til Hemîsê bertek nîşanî êrişên bi çekên kîmyewî dan

Li navçeya Til Hemîsê jî bi çalakiyekê bikaranîna çekên kîmyewî hate şermezarkirin.

“Divê heyetek biçe herêmê û sûcên dewleta Tirk lêkolîn bike”

Her wiha dayîkên Aştiyê yên navçeya Til Temirê bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê şandeyek serdana başûrê kurdistanê bike û der barê bikaranîna çekên kîmyewî lêpirsînê veke.

Li Kobanê bi meşekê piştgiriya berxwedana gerîla hat kirin

Welatiyên Kobanê jî bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezarkirin û piştgirî dan berxwedana gerîla.

Endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û banga xurtkirina têkoşînê û piştgiriya berxwedana gerîla kir.

“Divê civata navneteweyî bikarnaîna çekên kîmyewî bisekinîne”

Yekîtiya Dermanxne ya Helebê jî bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir.

Yekîtiyê bang li civata navneteweyî kir ku bikaranîna çekên kîmyewî rawestînin û sînorekî ji dewleta Tirk redeyînin.

Back to top button