“Qanûnên mirovî yên navneteweyî” bû mijara panelekê li Tebqayê

Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a Tebqayê ji bo şîrovekirina rêgezên bingehîn ên qanûnên navneteweyî, panelek bi dirûşma “Qanûnên mirovî yên navneteweyî” li dar xist.

Rêvberên komîteyên Meclisa Rêveber û endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya tevlî panelêla ku li hola civînan a avahiya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bûn.

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Hiqûqî ya Meclisa Rêveber a Tebqayê, Fîda El Ebdullah axivî û got:

“Qanûn, di dema nakokiyên çekdarî de, kesên tevlî şer nebûne yan jî dev jê berdane, diparêze.

Her wiha avahî û milkên ku têkiliya wan a yekser bi operasyonên leşkerî jî tune ye diparêze.”

Seroka Komîteya Jinan a Tebqayê, Wela El Nacî rêgezên giştî yên qanûnê diyar kir û got:

“Ev rêgez, kes û milkan diparêze. Bikaranîna hêzê û tundiyê di nakokiyên çekdarî de sînordar dike ku di encamê de sivîlên tevlî operasyonên leşkerî nebûne, tên parastin.”

Back to top button