Konferansa 1. a Yekitiya dermansazan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hat lidarxistin

Yekitiya Dermansazan a Helebê bi hevkariya saziyên civaka sivîl konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma “Bi pîşeya dermansaziyê ber bi civakeke saxlim û dirust ve” li dar xist.

Konferans li kefîterya Telê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ket.

Bi dehan dermansazên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye beşdar bûn.

Di konferansê de hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û behsa geşedanên siyasî yên li herêmê, astengî û gefên li dijî herêmê kir û got:

“Hebûna vîna avakirin û birêxistinkirinê li gel aloziya 11 salan, destkeftiyeke mezin e.

Lê li hember astengiyên li pêşiya herêmên derdikevin divê ji bo xurtkirina vê birêxistinkirinê têkoşîn were mezinkirin.”

Piştre rapora salê ya yekitiyê ku di nav de rewşa rêxistinî, çalakiyên ku yekitiyê li dar xistine, kar û xebatên ku ji bo karkeran, mamosteyan û karmendan re pêşkêş kirin hatin xwendin.

Piştre meclisa yekitiyê ji 4 dermansazan pêktên hatin hilbijartin.

Back to top button