Balafireke bêmirov bajarê Qamişlo kir hedef

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker taxekê Qamişlo bombebaran kir.Her wiha dagirkeran du gundên rojhilatê Kobanê jî topbaran kirin.

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker bajarê Qamişlo kir hedef.

Hat diyarkirin ku balafirê, deverek li nêzî goristana şehîd Delîl Saroxan a li taxa Meyselon bomberbaran kiriye.

Her wiha di êrişê de şehîd û birîndar hene.

Dîmenên me li ser guruba agahiyan hene…

Dagirkeriya Tirk 2 gundên Kobanê topbaran kiri

Her wiha dewleta Tirk a dagirker gundên Xerabîstan û Koran ên rojhilatê Kobanê jî topbaran kirin.

Back to top button