Sunak di çapemeniya Îngilîz de

Rishi Sunak îro jî sernavê çapemeniya Îngiliz bû.
Di demekê ku beşek ji rojnameyan ew weke xelaskerê krîza aborî ya li welat nîşand didan de, aliyê din pirsa kê dengê xwe daye te pirsîn.

Rishi Sunak wek serokê nû yê Partiya Muhafezekar û serokwezîrê nû yê Brîtanya hatî hilbijartin, îro di rojeva sereke ya çapemeniya welat de ye.

Gelek rojnameyan gotinên Sunak yên di axaftina xwe de ya bo parlamenterên partiyê de kirî, kirin sernavên xwe.

Yek ji wan rojnameya Daily Telegraph bû.

Rojnameyê axaftina Sunak a ji bo parlementeran gotî “Em ê bibin yek yan em ê bimirin” xist manşet û bal kişand ser wê yekê serokwezîrê nû ji bo dawî li krîza aborî bîne hewl dide partiya xwe li hev bîne.

Rojnameyê gotinên Sunak wiha anî ziman:

“Tenê derfetek me heye, ne du.”

Rojnameya Times jî mîna Telegraphê peyama yekîtiyê ya Sunak xiste manşeta xwe.

Rojnameyê Sunak weke şansê dawî yê di serketina hilbijartinan de nîşan da.

Her wiha, li ser hin çavkaniyên ji derdora serokwezîrê nû, nivîsî ku wê rolên sereke bidin derdora serokwezîrên berê Liz Truss û Boris Johnson.

Di nûçeyê de daxuyaniyên çavkaniyan ên “Bêyî yekitiyê ne pêkan e ku aramî pêk were” jî cih girtin.

Rojnameyên Guardian û Daily Express jî di serî de peyama Sunak a yekîtiyê bi xwendekarên xwe re parve kirin.

Rojnameya Daily Mail bi sernavê “Ji Brîtanyayê re destpêkek nû” bal kişand ser wê yekê ku Sunak wê di dîroka nûjen a welêt de bibe serokwezîrê herî ciwan.

Rojnameya Metro îro bi sernavê “Va ye Sunak” derket û gotinên Sunak ên li ser bextewariya wî ya di peywira xwe ya nû de cih girt.

Ji aliyê din ve rojnameya Sunê işaret bi wê yekê kir ku serokwezîrê nû heyranê Star Wars e û di destê Sunak de ronahiyek çêkiriye.

Her wiha di serî de hevokên “Rishi, hêz bi te re ye” hatin nivîsandin.

Tevî ku zêdeyî 100 parlamenteran piştgirî dan jî, girtina Sunak bêyî dengê endamên partiyê bû rojeva hin rojnameyan.

Rojnameya Independentê bi sernavê “Sunak bêyî ku yek dengî jî bigre bû serokwezîr” derket pêş.

Rojnameyê diyar kir ku nêzî 400 hezar xwendekarên rojnameyê hilbijartinên pêşwext dixwazin.

Rojnameya Daily Mirror jî îro bi manşetek wiha hat çapkirin. Rojnameyê ji Sunak pirsî, “Kê dengê xwe daye te?”

Rojnameya Daily Star bi bîr xist ku Sunak di sala 2022’an de sêyemîn serokwezîrê Îngilîstanê bû.

Rojnameyê wêneyê Sunak a li ser pela Cotmehê ya salnameyê çap kir û pirsa “Gelo ew ê dawiya meha cotmehê bibîne?” pirsî.

Back to top button