Artêşa Myanmarê êrişî cihê şahiyê kir 80 kes hatin kuştin

Myanmar bêtirî salekê ye ji aliyê artêşa darbekar ve tê birêvebirin.
Li herêma Kaçîn ya dikeve bakurê welat, artêşê êrişî pêkhateyên herêmê kir.
Di encamê de 80 kes hatin kuştin.

Di êrişa doh bi balafiran li ser herêmê pêk hat de, artêşa darbekar komkujî pêk anî.

Êriş di dema şahiya salvegera Rêxistina Serbixwe ya Kaçînê de pêk hat.

Her çiqasî di despêka bûyerê de, jimara kuştiyan 60 hate ragihandin, bi derbasbûna demê re ev yek zêde bû.

Bi derbasbûna demê re, hate eşkerekirin ku hozanvan û mûzîkjenên li herêmê jî di nav de 80 kes hatine kuştin.

Reuters’ê ku xwe dispêre çavkaniyên ji herêmê, diyar kir ku herî kêm 50 ji kuştiyan sivîl in.

Berdevkê Komeleya Hunermendên Kaçîn di pêwendiya telefonî ya bi ajansa AP’ê re diyar kir ku balafirên leşkerî 4 bombe avêtin qada ku pîrozbahiya ku ji 300 heta 500 kesî lê bûn.

Heman rayedar diyar kir ku di êrîşê de nêzî 100 kes birîndar bûne.

Artêşa Myanmarê jî îdia kir li dijî terorê ev oparasyon neçariyek bû.

Back to top button