Sunak erkê serokwezîrtiya Brîtanya dewir girt

Li Brîtanya piştî aloziya bi hefteyan ya siyasî û aborî, Rishi Sunak bo serokwezîrê nû yê welat.
Piştî Sunak li gel Qral Charles ê III. civiya wê bibe serokwezîrê 57. ê welat.
Sunak wê kabîneya xwe niha diyar bike.

Rishi Sunak ku wekî serokê nû yê Partiya Muhafezekar a desthilatdar hate hilbijartin, ji aliyê Qral Charles ê III. ve bo avakirina hikumeta nu hate erkdarkirin.

Sunak bi vî awayî bû serokwezîrê 57. yê Brîtanyayê.

Melîke Elizabeth II. berî ku 8’ê Îlonê koça dawî bike Qral Charles ê III. erkdar kiribû.

Ji bilî ku di dîroka nûjen de serokwezîrê Brîtanyayê yê herî ciwan bû, Sunak ê 42 salî di heman demê de bû serokwezîrê yekem ê Asyayî û Hindû yê welêt.

Sunak piştî ku hat ragihandin ew ê roja Sêşemê bi fermî wek Serokwezîr bê îlankirin, li ber Navenda Giştî ya Partiya Muhafezekaran daxuyanî da û got;

Ez ê “bi rûmet xizmetê bikin” û li pêşiya welêt “pirsgirêkên cidî yên aborî” hene.

Sunak ku polîtîkayên aboriyê yên Truss rexne kir, piştî 44 roj şûnde di encama îstifakirina Truss de careke din hate hilbijartin.

Rishi Sunak 1980’an de li Southampton ji dayik bû.

Ji sê zarokên herî mezin ê malbatek Hindî ku di salên 1960’an de ji Afrîkaya Rojhilat koçberî Brîtanyayê bûbûn e.

Dayik Usha Sunak li Kenya li rojhilatê Afrîkayê û bav Yashvir Sunak li Tanzanyayê ji dayik bû.

Sunak ku li Winchester College, yek ji dibistanên taybet ên herî kevn û taybetî yên Brîtanyayê.

Sunak paşê felsefe, siyaset û aborî li Lincoln College li Zanîngeha Oxfordê xwend.

Rishi Sunak perwerdehiya xwe ya MBA (Masterê Rêveberiya Karsaziyê) li Zanîngeha Stanford a Dewletên Yekbûyî qedand.

Back to top button