Hêrs û çalakiyên li dijî êrişên bi çekên kîmyawî didome

Çalakî û bertekên gelê herêmê yên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya cîhanê dewam dikin.
Îro jî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin û bikaranîna çekên kîmyawî şermezar kirin.
Her wiha bang li hêzên cîhanî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin.

Gelê herêmê bi çalakiyan helwest û nerazîbûnên xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nîşan didin.

Di vê çarçoveyê de, li navçeyên kantona Qamişlo çalakî hatin lidarxistin û piştgiriya berxwednan gerîla hat kirin.

Li navçeyên Qamişlo bikaranîna çekên kîmyawî hat şermzar kirin

Bi sedan şêniyên Girkê Legê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşiyan.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, Hevseroka Şaredariya Gel a navçeyê Xaliya Ibrahîm axivî.

Xaliya diyar kir ku dewleta Tirk ku li hemberî berxwedan gerîla têk çûye, çekên qedexekirî bikar tîne.

Li navçeya Çil Axa jî bi heman armacê meş pêk hat.

Bi sedan welatiyên navçeyê beşdarî meşê bûn.

Piştî ku meş gihişt qada şehîd Masûm li wir endama Kongera Star Hîba Xelef axivî.

Hîba şehîd Bêrîtan bi bîr anîn U diyar kir ku wê gelê herêmê li ser xeta bêrîtan parastina xaka xwe bikin.

Her wiha Hevseroka Meclisa navçeyê Necûde Faris axivî û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir.

Li navçeya Til Berek jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî gel daketin qadan.

Çalakî ji çerxereya Firinê dest pê kir û hetai çerxerya Şehîdan dewam kir.

Li wir endama Kongera Star Neda El Ehmed axivî û diyar kir ku ew ê li dijî dewleta Tirk asta berxwedanê û tekoşînê bilindtir bikin.

Rêxistinên li herêma Firatê bêdengiya cîhanê şermezar kir

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, Rêxistina Mafên Mirovan, Komîteya Belgekirina Binpêkirinan û Yekîtiya Bijîjkên Herêma Firatê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Daxuyanî li qada şehîd Egîd ya li bajarê Kobanê ji aliyê Hevserokê Rêxistina Mafêm Mirovan, Ehmed Dawud hate xwendin.

Ehmed Dawud bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya civata navnetweyî şermezar kir û wiha got:

“Tevî hemû dîmen û belgeyên ku isbat dike dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne, lê heta niha jî hêzên cîhanî bêdeng in.

Ehmed Dawud bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê kurd, bertek nîşan bidin.

Dayîkên Aştiyê yên herêma Firatê jî li heman qadê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan.

Back to top button