Li gelek deverên herêmê şehîd Bêrîtan bi çalakiyan hate bibîranîn. Di çalakiyan de hate gotin: “Li ser rêya Bêrîtanan em ê têkoşîna azadiyê dewam bikin.”
Bi boneya 30’emîn salvegera şehadeta fermandara jin Gulnaz Karataş ‘Bêrîtan’ çalakîyên bîranînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin.
Li Şehbayê Kongra Star bi çalakiyekê şehîd Bêrîtan bibîranîn.
Di çalakiyê de hate diyarkirin dê herdem rêya şehîd Bêrîtan û rêya tevahî jinanên şehîd bişopînin.
Li bajarê Qamişloyê jî bi hezaran welatî daketin qadan û şehîd Bêrîtan bi bîranîn.
Di meşê de gelek axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker her dem têkoşer û pêşengên şoreşê dike armanc.
Di meşê de endama Kongra Star a navçeyê Şehnaz Ibrahîm axivî û got:
“Berxwedana gerîlayên azadiyê vejandina ruhê têkoşîna Şehîd Bêrîtan a li hember xiyanetê ye.”
Piştî meş veguherî mêtingê endama rêveber a Kongra Star Mîdya Xelîl axivî:
Li Dêrikê jî bi dehan welatî û endamên Kongra Star kombûn û sinevizyonek li ser jiyana şehîd Bêrîtan hate pêşandan.