“Bêdengiya li hember bikaranîna kiymawî, erêkirina tunekirina hêviyên gelan e”

Karmendên tenduristiyê ya herêma Efrîn, îro bi daxuyaniyekê bêdengiya tevahî aliyên navneteweyî û hiqûqî li hember bikaranîna çekên kiymawî li dijî gerîla şermezar kir.

Bi dehan karmendên tenduristiyê yên herêma Efrînê li nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê kom bûn.

Mudirê nexweşxaneya Avrîn Azad Reşo daxuyanî xwend û diyar kir ku ev sûc ji dagirkeriya Tirk a faşîst ne xerî bin û bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên wê şermezar kir û got: “Ev bêdengî hişt ku dewleta Tirk a dagirker hemû cureyên çekan û heta yên qedexekirî bikar bîne û hêviyên gelan ên di azadî û rûmetê de tune bike.

Azad Reşo 17 şehîdên ku êrişa bi çekên kîmyawî de ji aliyê dewleta Tirk ve şehîd bûne bi bîr anî û soza şopandina rêya azadiyê û edaletê da.

Back to top button