Li Helebce karanîna çekên kîmyawî hat şermezarkirin

Li dijî karanîna çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk li dijî gerîla bikartîne, li ber bîrdariya şehîdên Helebceyê meşek hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Însiyatîfa Gelê Başûrê Kurdistan a li dijî Dagirkeriyê ve hat organîzekirin.

Di çalakiyê Endamê Însiyatîfa Gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî Dagirkeriyê Dr Hekîm Ebdûlkerîm daxuyaniyek da û got:

“Nêzî heft mehin dewleta Tirk bi biryara Erdogan hemû yasayên şer û pîvanên exlaqî binpê dike.

Bi dehan cûre çekên kîmyawî û bombeyên taktîk nûkleer û fosfor bikartîne.

Li gor yasayan ev çek hemû qedexekirîne û hemû belgeyên karanîna van çekan hene.”

Em ji bêdengiya rêxistinên bi navê mafên mirov ên cîhanê şaş mayîne ku dewleta Tirk bi eşkere çekên kîmyawî bikartîne, lê ew bêdengin.”

Di dawiyê de bang li civaka navdewletî hat kirin ku li beramberî sucên şer ên dewleta Tirk bêndeng nebin û rê nedin dewleta Tirk çekên qedexekirî bikarbîne.

Back to top button