Dr. Şebnem Korur Fîncanci hate binçavkirin

Desteya Bilind a Rûmetê ya Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê li dijî hedefnişandana Seroka Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci derket û got:
“Emê li ser helwesta xwe ya dijî derketina çekên kîmyewî û dundîtijiyê derkevin.”

Seroka Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ragihand ku li gorî belgeyên hatine parvekirin, çekên ku artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayan karaniye çekên kîmyewî ye.

Şebnem Korur Fîncanci bang rayedarên Tirkî kir ku derbarê mijarê de lêkolîneke berfireh bidin destpêkirin.

Erdogan doh Şebnem Korur Fîncani hedef nîşanda daxwaza girtina wê û saziyê kir.

Li ser daxwaza Erdogan şûna ku li ser bikaranîna çekên kîmyevî lêkolîn were kirin, derbarê fîncancide bi îdaya propaganda rêxistinê lêpirsîn hate vekirin.

Vê sibê Şebnem Korur li Enqerê hate binçvakirin.

Desteya Bilind a Rûmetê ya Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê (TTB) doh bi daxuyaniyeke hedefnîşandayîna Şebnem Korur Fîncanci şermezar kir û got:

“Divê em li gorî peymanê navdewletî ku me îmzekiriye tevbigerin.

Me ti kes û sazî, rêxistin nekiriye hedef, em li gorî pîvanên xwe tevdigerin.

Emê li ser helwesta xwe ya dijî derketina çekên kîmyewî û dundîtijiyê derkevin.”

Back to top button