HPG: Li Zap û Metînayê 3 leşker hatin kuştin

Li herêmên Zap û Metînayê, gerîlayan li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
Di çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin.
Her wiha derb li helîkoptereke Skorsky hat dayîn.
Artêşa Tirk a dagirker careke din bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrişî qadên gerîlla kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama şerên li Zap û Metînayê bi raya giştî re parve kir.

Li gorî daxuyaniyê;

Li herêma Zap’ê, 24’ê Cotmehê hêzên dagirker xwestin ber bi qada Saca ve pêşde herin.

Lê ji ber destwerdana gerîlla nekarîn.

25’ê Cotmehê dagirkerên li derdora qada Çemço bûn armanca lêdana gerîlla.

Di encanê de leşkerek hat kuştin, 1 jî birîndar bû.

Li herêma Metînayê jî,

25’ê Cotmehê gerîlla li qada Girê Cûdî bi çekên giran li hêzên artêşa Tirk dan.

Li devera Şehîd Çekdar jî dema hêzên dagirker xwestin bi teqemaniyan êriş bikin, gerîlla li wan dan.

Di encamê de leşkerên Tirk neçar man paşde biçin.

Dîsa li Girê Cûdî, gerîllayên jin bi çekên giran li hêzên artêşa Tirk dan.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

HPG: Derb li helîkoptereke Skorsky hat xistin

Li qada Girê Amediyê jî 25’ê Cotmehê tevgera helîkopterên artêşa dagirker zêde bû.

Dema yek ji wan helîkopteran hewl dan leşkeran deyne qadê, gerîlla lê da.

Di encamê de derb li helîkoptera skorsky hat xistin û bêyî ku leşkeran deyne, ji qadê dûr ket.

“Artêşa Tirk 25 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êriş kir”

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên 24 saetên dawî yên artêşa Tirk jî ev agahî dan:

Herêmên Parastinê yên Medyayê 25’ê Cotmehê;

4 caran bi bombeyên qedexekirî,

21 caran bi çekên kîmyewî,

12 caran bi balafirên şer,

Û 68 caran bi helîkopteran hatin bombardimankirin.

Back to top button