ŞERVANÊ YPG’Ê SERBEST PARTÎZAN LI KOBANÊ HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Serbest Partîzan li goristana şehîd Dicle oxirkirin.
Her wiha şêniyên bajarê Qamişlo jî ji bo bîranîa şehîdên meha Tîrmehê merasîmek li goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xistin.

Şervanê YPG’ê Mahsûm Armencî bi nasnav Serbest Partîzan dema erka xwe pêk dianî di qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Kobanê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Beta leşkerî

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê YPG’ê û Gaziyên Şer ên Kobanê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn gotin,

Şehîdan di oxira parastina nirxên gelan û jiyaneke azad de giyanê xwe feda kirine.

Em soz didin ku em ê heta serkeftinê li ser xeta şehîdan bimeşin.

Di dawiya merasîmê de şervanan cenazeyê hevalê xwe di nava sloganan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button