Kurd li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li ber avahiya NY’ê ne

Kurdistaniyan li ber avahiya NY’ê ya li Cenevreyê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiya saziyên navneteweyî protesto kirin.

Kurdistaniyan bi destpêkirina çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY banga “Bikeve nava liv û tevgerê” li NY’ê kir.

Di çalakiyê de Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk ya Cenevreyê axivî û got: “Tevî ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye, dewleta Tirk a ku van çekan bi kar tîne, sînorê sûcê xwe yê dermirovî derbas kiriye.

Em daxwaz dikin ku demildest Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) lêkolînên pêwîst bike û ji bo bikaranîna çekên kîmyewî, tişta pêwîst pêk bîne.

Hevserokê din ê Conseyê Erdal Atasoy jî axivî û got: “Em dibêjin, em tiştek ji NY naxwazin, tenê xwedî li biryara ku dayîn derbikevin û cezayê pêwîst bidin kesên ku çekên qedexekirî bi kartînin.

Eger hûn ji van çekên kîmyewî re nebêjin bes e, em ê her tim li vir bin û li berxwe bidin.”

Di çalakiyê de banga tevlêbûnê ji bo çalakiya rûniştinê ya ku wê sibe û meşa ku wê roja Şemiyê bê lidarxistin, hat kirin.

Back to top button