DEWLETA TIRK DIXWAZE ŞERTÊN XWE YÊN “HERÊMA EWLE” BISEPÎNE

25 Partiyên Siyasî yên bakur û Rojhilatê Sûrî, diyar kirin ku, Dewleta Tirk bi gefên xwe, hewl dide, şertên xwe ji bo herêma ewle bisepîne û bide qebûlkirin..Partiyan destnîşan kirin ku, ev dagirkerî wê krîza Sûrî kûrtir bike û divê civaka navdewletî destwerdanê li siyaseta Dewleta Tirk bike.

25 Partiyên Siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî, têkildarî gefên Dewleta Tirk li herêmê û encamên wê daxuyaniyek hevbeş dan..

Partiyan diyar kir ku, Dewleta Tirk bi gefên xwe hewl dide, şertên xwe ji bo herêma ewle ya ku mîna dagirkeriyê ye, bisepîne.

Di heman demê de, krîza xwe ya hindir derxîne derve û bi vî awayî ewlehî û aramiya herêmê têk bibe..

PARTIYÊN SIYASÎ: TIRKIYÊ HEWL DIDE RÊVEBERIYA XWESER DERBE BIKE

Partiyan liv û tevgera leşkerî ya Dewleta Tirk li ser sînor bi derbekirina projeya Rêveberiya Xweser ve girê dan û teqez kir ku, Dewleta Tirk hemû pêkhate û netewên herêmê hedef digire û ya vê eşkere dike, rewşa Efrîn e.

Partiyên siyasî destnîşan kirin ku, ew gefên Dewleta Tirk cidî dibînin û divê civaka navdewletî bi berpirsiyartiya xwe rabe..

Ji ber çi êrîşeke pêk were, wê krîza Sûrî kûrtir bibe û wê herêm veguhere qadeke kaosê û rê li ber kuştin û rûxandinê li tevahî Sûrî vebe..

Bê guman zirar dighêje keda navdewletî ya ji bo pêkanîna çareseriya siyasî , bi taybetî ku hîna xeteriya çeteyên DAIŞ’ê heye..

PARTIYÊN SIYASÎ: ARMANCA TIRKIYÊ NE ALIYEK E, ARMANC DAGIRKERÎ YE

25 partiyên li Bakurê û Rojhilatê Sûrî siyaseta dagirkeriyê ya dewleta Tirk şermezar kirin û teqez kirin ku, Dewleta Tirk aramnc dike beşekî din ji axa Sûrî dagir bike..

Ji ber metirisya li ser civakên herêmê, ew weke partî bang li civaka navdewletî dikin ku li dijî gefên Dewleta TIrk bisekinin û diyalogê bi pêş bixînin..

Di heman demê de, hemû aliyên siyasî û bi taybetî Rêveberiya Xweser û MSD’ê tevlî pêvajoya siyasî bibin..

Encax bi vî rengî siberojeke demokratîk ji Sûrî re ava bikin..

Leave a Reply

Back to top button