DEWLETA TIRK A DAGIRKER DAIŞ LI EFRÎNÊ VEJÎN DIKE

Piştî têkçûna DIAŞ’ê li herêmê, siyaseta dewleta Tirk a dagirker jî pê re hilweşiya. Ji 2014’an ve dewleta Tirk a dagirker piştgirî dida wan çeteyan û ew bi kar danîn. Lê piştî têkçûna wan a leşkerî, dagirkeriya Tirk hewl dide careke din vejîn bike, bi taybetî li Efrînê.

Roj li pey rojê hebûna çeteyên DAIŞ’ê li Efrînê teqez dibe.

Êdî dest bi avakirina navendên xwe dikin, bi taybetî piştî têkçûna wan a leşekrî ji aliyê QSD ve li Baxûzê 23 Adara borî.

Hat zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê li navenda bajarê Efrînê navendeke xwe girtine.

Navend li ser riya Reco li hember Peymangeha Şehîd Viyan Amara ye.

Hêjayî gotinê ye, çeteyên DAIŞ’ê bi riya hin ajanên komên bi navê “Qiwat El-Eşa’er” ango Hêzên Hozan, ên dewleta Tirk a dagirker derbasî Efrînê bûn.

“Qiwat El-Eşa’er” ango Hêzên Hozan çeteyên DAIŞ’ê veguhestin Cereblûsê, ji wir çeteyên bi navê “Lîwa Eş-Şemal” derbasî Efrînê kirin.

Tê zanîn biryara veguhestina DAIŞ’ê ber bi Efrînê ve ji aliyê rayedarên paye bilind ên “MIT”a Tirk hate standin.

Dema ku gihaştin Efrînê, li taxa Mehmûdiyê li tenişta stasyona benzînê avahiyek ji wan re hate amadekirin.

Ji çeteyên DAIŞ’ê yên derbasî Efrînê bûne, ev nav hatin bidestxistin:

– Ebû Elî El-Behrênê (Behrên)
– Ebû Mejd El-Yemenî (Yemen)
– Omer Ehmed El-Hecî (Dêra Zorê)
– û mîrekî Siûdî lê navê wî nehate naskirin

Hêjayî bîrxistinê ye, 11 vê mehê 30 çeteyên DAIŞ’î ji Hatay derbasî navçeya Şiyê bûn.

Vê dawiyê jî, bi awayekî eşkere li kolanên navenda bajarê Efrînê digerin û alên wan li ser siwareyan daliqandî ne.

Leave a Reply

Back to top button