POMPEO: JI BO DANÛSTANDINAN, EZ Ê BIXWE HERIM ÎRANÊ

Amerîka xwe dilnizim nîşan dide û dibêje em ê bixwe herin Îranê û danûstandinan bi wan re bikin.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir, eger pêwîst bike, ew ê bixwe ji bo danûstandinan biçe Îranê û got:

Ez ê pir bextewer bim, eger rasterast bi gelê Îranê re biaxivim.

Lê belê daxuyaniya serokê Amerîkayê Donald Trump tirsê vê yekê bû.

Trump gotibû, piştî ev qas rêzebûyerên ku vê dawiyê rû dane, pir zehmet e em bi Îranê re rûnên.

Ev yek jî, piştî 17 kesên Amerîkî yên girêdayî istxbarata Amerîkî CIA ji aliyê Îranê ve hatin girtin, hat.

Di demên dawî, pir nakokî li ava Kendavê derket, nemaze pişît girtina neftkêşa Brîtanî.

Ji lew re, hefteya borî Amerîka banga avakirina hevpeymaniyeke navdelwetî ku Geliyê Hormuzê biparêze, kiribû.

Der barê vê de, îro wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Waşinton bang li gelek welatên Ewropî û Asyayî kiriye û got:

Me ji Brîtanya, Fransa, Norwêc, Almanya, Japan, herdu Koreyan û Australia û gelek welatên din re gotiye.

Lê em dizanin wê tenê welatên xwedî berjewendî, vê yekê qebûl bikin.

Li aliyekî din, îro hikumeta Hindistanê teqez kir ku Îran 9 deryavanên Hindî yên di tîma neftkêşa Brîtanî de bûn, serbest berdan.

 

 

Leave a Reply

Back to top button