Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 41. de didome

Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ên bi pêşengiya jinan bê navber dewam dikin. Di roja 41’î de jî li gelek bajaran gel bi dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî din li qadan bûn.

Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ên bi pêşengiya jinan di roja 41. de didome.

Di êrişên hêzên rejîmê de heta niha zêdetirî 234 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezaran kes jî hatine girtin.

Li beramberî van êrişan gel bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li qadan li ber xwe dide.

Çalakiyên ku di roja 40’î ya qetilkirina Jîna Emînî de li seranserî bajêran belav bibû heya derengiya şevê berdewamkir.

Li Bokan, gel heya derengiya şevê li qadan bûn û li dijî êrişên rejîmê li ber xwe dan.

Li Urmiye, Sine, Mahabad, Qesrî Şîrîn û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyan berdewam kirin.

Li gelek deveran jî çalakvan ketin baragehên rejîmê û ew der dan ber agir.

Bi heman armancê îro li bajarê Mahabadê careke din hezaran kes daketin qadan û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Li gelek cîhan jî hêzên rejîmê ji bo asteng kirina meşê êrişî welatiyan kir û şer derket.

Di pevçûnan de gelek barageh û alevên rejîma Îranê jî ji aliyê çalakvanan ve hatin şewitandin.

Li Xorasanê jî gel bi dirûşma “Bimre dîktator” di nav çalakiyan de bûn.

Li bajarê Tebrîzê jî gel bi dirûşma “Bimre Xamênêyî” li qadan bûn.

Bi heman armancê li Meşhed, Şîraz, Reşt, Ehvaz, Bender Ebas û gelek bajarên din ên Îranê jî çalakiyên bi daxwaza azadiyê hebûn.

Li gelek zanîngehên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwandekar li dijî rejîmê li qadan bûn.

Back to top button