POMPEO: EM Ê NEHÊLIN TIRKIYE FÛZEYÊN S-400 BI KAR BÎNE

Piştî bidawîbûna wergirtina qeflên qonaxa yekenîm ên S-400, Amerîka difikire cezane din li Enqereyê bibire. 

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku wê welatê wî nehêle Tirkiye pergala S-400 bi kar bîne û got:

Me baş ji Tirkan re zelal kiriye ku belavkirina moşekên S-400 tiştekî nayê qebûlkirin.

Me ji bo vê jî, Tirkiye ji bernameya F-35 bi dûr xist û belkî em cezane din lê bibirin.

Îro serokê hikumeta AKP’ê Erdogan dereng nema û got:

Bidûrxistina me ji bernameyê, rê li ber me nagire û em ê li berdêlekî bigerin.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo teqez kir ku ew qet naxwazin S-400 bikeve xizmetê.

Ji aliyê xwe ve berdevka wezareta derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku birîna cezayên CAATSA, hîna di nava Trump û Pompeo de tê gotûbêjkirin û got:

Demeke destnîşankirî ji bo sepandina van cezayan nîne.. û Waşinton fermî vê kirînê red dike.

Duh, 30 balafirên ku alavên S-400 bar dikirin, li Enqereyê danîn.

Ew jî, weke bidawîbûna qonaxa yekem a wergirtina van moşekan hat ragihand.

 

Leave a Reply

Back to top button