Wezareta karê derve ya Almanya daxuyanî da

Yekîtiya Doktoran a Cîhanî xwest çekên kîmyewî ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn were lêkolînkirin.
Yekîtiyê girtina Seroka Yekîtiya Doktoran li Tirkiyê Dr. Şebnem Korur Fîncancî jî şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ji girtina Şebnem bi fikarin. 

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê jî derbarê girtina Şebnem Korûr Fîncanci de, li li ser hesabê Twîtter ê wezaretê daxuyanî da.

”Em ji girtina Şebnem Fîncanî bi fikar in”

Wezaretê da xuyakirin ku ew ji girtina Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi fikar in û got: ”Fîncanci ji bo mafê mirovan miroveke wêrek e.

Îdiayên di derbarê wê de, divê li gor rêgezên raseriya hiqûqê werin eşkerekirin. Azadiya derbirînê tiştek ji tiştên herî hêja yê her civakê ye.”

Piştî ku HPG’ê dîmen û belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve eşkere kirin, Dr. Şebnem Korur Fîncancî gotibû;

Divê mijar were lêkolînkirin.

Û tenê ji ber vê gotina wê, şefê rêjîma Tirk Erdogan ew weke hedef nîşan da.

Back to top button