Ji Koreya Bakur ceribandina moşekên balistîk

Koreya Bakur bi sinirê Koreya Başûr û Japonya dileyîze.
Rêveberiya Seûl û Tokyo ragihandin ku Koreya Bakur 2 moşekên balistîk ber bi Derya Japonyayê ve avêtiye.
Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) dibêje ceribandina atomî ya Koreya Bakur wê xema sereke be.

Koreya Bakur ji despêka salê ve nîşan da ku wê di nava salê de lez bide ceribandina moşekan.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Giştî ya Koreya Başûr, ji herêma Kangwon a başûrê rojhilatê Koreya Bakur du mûşekên balîstîk ên menzîl kurt ber bi Deryaya Japonyayê (Deryaya Rojhilat) ve hatin avêtin.

Hikûmeta Japonyayê ragihand ku moşek li derveyî herêma aborî ya taybet a Japonyayê ketine û ti ziyan negihîşt keştî û firokeyên ku li wê deverê digerin.

IAEA: Ceribandinên Koreya Bakur xema sereke ye

Li alyekî din, Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Mariano Grossi, diyar kir ku ceribandina nû ya nukleerê ya Koreya Bakur wê bibe xema sereke.

Grossî diyar kir ku ceribandina nû ya nukleerê ya ji Koreya Bakur wê bibe sedema fikarên mezin û wiha got:

“Her kes bêhna xwe digire.

Ceribandinên din jî tê wateya ku amadekarî û çêkirina cebilxaneyê çêtir kirine.

Ji ber vê yekê em vê yekê ji nêz va dişopînin.”

Em hêvî dikin ku ew ê nebe, lê mixabin nîşanan berevajî vê yekê destnîşan dikin.”

Hêjayî gotinê ye ceribandinên moşekan beriya ku Amerîka û Koreya Başûr di destpêka vê hefteyê de tetbîqata hewayî ya hevpar a leşkerî pêk bînin pêk hat.

Ji despêka salê ve Pyongyangê 28 moşek ceribandine

Bi vî awayî rêveberiya Pyongyangê bi binpêkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) re ji destpêka sala 2022’an ve 28’emîn hewldana xwe pêk anî.

Back to top button