HPG: 2 Leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG ragihand li herêma Xakurkê di encama çalakiyên gerîllayan de, 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk sûcên dij mirovahiyê jî berdewam dike û got, 27’ê Cotmehê, 2 caran bi çekên kîmyewî û 10 caran bi bombeyên qedexekirî, qadên gerîlla hatin bombebarankirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa dawî ya li qadên şer, raya giştî agahdar kir.

Li gorî daxuyaniya rojane;

Li herêma Xakûrkê 27’ê Cotmehê, gerîlayan li qada Girê Şehîd Şahan li hêzên dagirker xistin.

Di vê çalakiyê de çeperek hat rûxandin û 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê, li qada Girê Şehîd Axîn jî gerîllayên jin bi çekên giran derb li hêzên dagirker dan.

“Artêşa Tirk a dagirker 12 caran bi çekên kîmyawî êriş pêk anîn”

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî parve kirin:

Roja 27’ê Cotmehê,

2 caran bi çekên kîmyewî,

10 caran bi bombeyên qedexekirî,

3 caran bi balafirên şer û 14 caran jî bi helîkopteran, qadên gerîla hatin bombebarankirin.

“Artêşa Tirk li Metîna cenazeyên leşkerên xwe şewitand”

Li aliyê din Berdevkê Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş jî beşdarî bernameyeke Stêrk TV bû êrişên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gerîla nirxand.

Yektaş diyar kir 11’ê Îlonê gerîlayan li Girê Cûdî ya Metînayê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî pêkanîne û da zanîn di encamê de çend leşkerên Tirk hatine kuştin.

Yektaş anî ziman artêşa Tirk ji ber qada şer tengavbûye nikare cenazeyên xwe jî rake û ragihand li dijî cenazeyên xwe hovîtî pêkaniye.

Serdar Yektaş eşkere kir ku artêşa Tirk li qada Girê Cûdî ya şer cenazeyên leşkeran şewitandiye û got:

“Belgeyên şewitandina cenazeyên leşkeran di destê me de ne.”

Yektaş li ser bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî jî bersiva rayedarên Tirk da û got:

“Belgeyên ku me derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de wşandine tenê beşekin, belgeyên ku me parve nekirine jî hene.”

Back to top button