MECLISA LEŞKERÎ YA SURYANÎ: MEJIYÊ QIRKIRINA KOMÎ YA DAGIRKERAN DEWAM DIKE

Meclisa Leşkerî ya Suryanî nameyek ji rêxistina cîhanî ya dijî tundiyê re şand û hişyarî da Emerîkayê ku eger Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûrî bike wê jiyana 100 hezar xiristiyanan di xetereyê de be. Meclisê bi bîr xist ku gelê Kurd li herêmê ne tenê DAIŞ têk bir, lê azadî , wekhevî û azadiya ol pêk anîn. Lewma ew ê li kêleka Kurdan biseknin û dev ji wan bernadin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî nameyek ji Rêxistina Projeya  Clarion a li dijî tundiyê re şand û tê de daxwaza alîkariyê kir.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî di nameya xwe de weha dibêje:

Em ji xiristiyanên li DYA`ê re dibêjin ku bila ji artêşa Amerîkayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî daxwaz bikin ku artêşa Tirk, Bakur û Rojhilatê Sûrî dagir neke.

Ma wê artêşa Amerîkayê di helwesteke temaşeker de be û em jî tên kuştin? .

Xiristiyanan li dijî DAIŞ`ê şer kir, ji ber vê yekê texmîn dikin ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bê hedefgirtin û hemû şêniyên xiristiyan li herêmê rastî gefên rasterast werin.

Mêjiyê qirkirina komî ku dagirkeran di salên berê de kirin, didome.

GELÊ KURD NE TENÊ DAIŞ TÊK BIR, LÊ WEKHEVÎ Û AZADIYA OLÎ JÎ PÊK ANÎ

Dewleta Tirk a dagirker daxwaza vekişandina hemû hêzên Amerîkayê ji Sûriyê kir, da ku herêma bi navê bi ewle ava bike.

Lê tiştê ku Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ne tenê DAIŞ têk bir. Lê azadî , wekhevî û azadiya ol pêk anîn.

Ji ber vê yekê Xiristiyanên di Meclisa Leşkerî ya Sûryanî de li kêleka Kurdan disekinin û dev ji wan bernadin.

Hevkariya me ya leşkerî di QSD`ê de hevkarî û jiyana hevbeş di navbera Ereb, Kurd û xiristiyanên Suryan li herêmên me xurttir kir.

EGER TIRKIYÊ ÊRÎŞ BIKE, WÊ JIYANA 100 HEZAR XIRISTIYANÎ DI METIRSIYÊ DE BE

Niha, Tirkiye hewl dide êrîşî hevkarê me li Sûriyê bike, Jiyana 100 hezar xiristiyanan di xetereyê de ye, her wiha hêzên Amerîka, Brîtanya û Fransayê jî di xetereyê de ne.

Divê serok Trump bê agahdarkirin ji rûdanên paşê re.

Malpera projeya Clarion jî ev tişt got:

“Ji têgînên me yên taybet û tecrubeyên me di şopandina vê herêmê ji sala 2014`an, ve em dizanin ku xiristiyanên Sûryan û Aşûrî û Ermen parçeyeke mezin ji hikumet û artêşê (Erka Xweparastinê) û jiyana sivîl in, heta zimanê Ermenî jî piştî 2 hezar sal weke zimanekî fermî vegeriya ye.

Leave a Reply

Back to top button