Welatiyê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê her du welatiyên ku di encma êrişa dewleta Tirk li Qamişlo şehîd bûn, oxirkirin. Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê jî şehîdên ku di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê, bi merasîmekê bi bîr anîn.
Di 24’ê Cotmehê de balafirek bê mirov a biçek ya dewleta Tirk li dijî taxa meyselûn ya bajarê Qamişlo êriş pêk anî.
Di encama vê êrişê de welatiyên bi navên Elî Ewz û Mezlûm Tûnc şehîd bûn.
Îro li goristana şehîd Delîl Saroxan ya Qamişloyê bi merasîmekê her du şehîd hatin oxir kirin.
Di merasîmê de gelek kes axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza berdewamiya riya şehîdan dan.
Li Dêrikê 157 şehîd bi merasîmekê hatin bi bîr anîn
Li Dêrikê jî 157 şehîdên ku di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de şehîd bûne hatin bibîranîn.
Merasîm li navneda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pêk hat.
Bi dehan şêniyên Dêrikê û herêmên Berav û Koçeratan beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de Endamê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Dêrikê Rûbar Ehmed axivî û qala ked û fedekariyên şehîdan kir.
Rûbar Ehmed li ser xeta şehîdan banga xurtkirina têkoşînê kir.
Di dawiyê de, nasnameyên 157 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatinkirin.