BERLÎN DIXWAZE ALÎKARIYA MADÎ BIDE TIRKIYÊ

Seroka Partiya Sosyal a Demokrat a Elmanyayê-SPD, Andrea Nahles ku hevkara hukûmetê ye, ji bo Tirkiyê ji aloziya aborî xelas bibe, banga alîkariyê kir..

Nahles îşaret bi girîngiya rola Tirkiyê ya di NATO’yî de kir û got, nabe ku em bêhêlin aboriya vî welatî têk biçe..

Li hemberî vê bang û daxwazê, partiyên muxalefê yên li Meclisa Federal bihêrs in…

Hêzên muxalefetê ji rewşa xerab a aboriya Tirkiyê, siyasetên serok-komarê wê Erdogan berpirsiyar nîşan didin û dibêjin, bi şertê ku ev siyaset werin guhertin alîkarî dikare were kirin.

 

Parlementerê Partiya Azad û Demokratîk Alexander Graf mijara alîkariya bi Tirkiyê re weke daxwazek ne di cih de binav kir û got, alîkarî wê tenê Erdogan ji rewşa aloz rizgar bike.

Parlementerê Yekîtiya Xirstiyanan a Demokratîk Yûrgen Hardt jî hişyar kir ku eger helwesta Erdogan neyê guhertin, wê alîkariya madî bê fêde be.

Endamê Partiya Keskan Omid Nûrî-pour jî got, bi şertê ku Tirkiyê pêwîstiyên demokrasî û huqûqê bicih bîne, alîkarî dikare were kirin..

Leave a Reply

Back to top button