“Di salekî de li Başûr 38 hezar kes koçber bûne”

Ji ber, şer, bêaramî, krîza aborî û polîtîkayên şaş yê hikûmeta Başûrê Kurdistan li başûrê Kurdistan di salekî de 38 hezar kes koçberên derveyî welat bûne.

Berpirsê Federasyona Bilind a Penaberan a Bilind a li Iraq û Herêma Kurdistanê Armanc Abdullah têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Armanc Abdullah got:

Li gor belge û lêkolînên me ji destpêka salê heta 1’ê Cotmehê 75 hezar welatiyên Iraqê koçber bûne û ji vane nêzî 38 hezar kes xelkê Herêma Kurdistanê ne.

Di sala 2014’an de bi hatina DAIŞ’ê re koçberiya ji Iraq û Herêma Kurdistanê zêde bibû.

Tevî ku niha metirsiya DAIŞ’ê kêm bûye, lê hîn koçberî ji ber krîzên siyasî, aborî, aramî û bêkarî berdewam dike.

Bi taybet herî zêde ciwan berê xwe didin welatên derve .

Ji bo çareseriyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê gavên pêwîst navêjin.”

Armanc di dawî de bang li ciwanan kir ku dev ji axa xwe bernedin.

Back to top button