Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 44. de didome

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ên bi pêşengiya jinan her ku diçe berfirehtir dibe.
Di roja 44’an a çalakiyan de gel careke din bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li qadan bûn.
Êrişên hêzên rejîma Îranê jî li dijî xwepêşandêran dewam dikin.

Tevî gef û êrişên hêzên rejima Îranê ên ji bo dawîlêanîna serhildanan jî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan di roja 44’an de didome.

Duh Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Hisên Selamî gef li xwepêşanderan xwar û got: “Îro em ê dawî li xwepêşandanan bînîn.”

Piştî vê gefê bi hezaran xwandekar careke din bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” herikîn qadan.

Li zanîngehên Kurdistanê Xwendekaran bi heman dirûşmeyê xwepêşandan berfireh kirin.

Li zanîngehên din ên Kurdistanê jî ciwanan bi pêxistina agir û dirûşmeyan rejîma Îranê şermezar kirin.

Her wiha li Tehranê jî bi sedan xwandekar bi yek dengî li dijî rejîma Îranê di nav çalakiyan de bûn.

Li Şîraz, Zencan, Êsfehan, Meşhed û gelek bajarên din jî xwandekarên zanîngehan bi daxwaza azadiyê di li qadan bûn.

Hêzên rejîma Îranê jî ji bo asteng kirina çalakiyan li gelek zanîngehan bi hêzên besîc re êrişî xwandekaran kirin û şer derket.

Piştî vê yekê hêjmareke zêde ya hêzên rejîmê ber bi zanîngehan ve hatin şandin.

Şeva borî jî li çend qadên Tehran, û gelek bajarên din ên Îranê xwepêşandan û nerazîbûn hebûn.

Li Sine, Mahabad, Bokan, Pîranşar, Merîwan, Seqiz, Kirmanşan û gelek navendên din ên Rojhilatê Kurdistanê gel careke din li qadan bûn

Li bajarê Erakê jî bi sedan kes tevlî merasîma qurbaniyên serhildanê bûn û li wir dijî rejîma Îranê meşiyan.

Back to top button