YPG: Me bersiv da êrişên dewleta Tirk

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe rojane êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dikin.
Yekîneyên Parastina Gel bi rêzeçalakiyan bersiv dan êrişên dewleta Tirk .
Di encamê de 4 leşkerên artêşa Tirk û 9 çeteyên wan hatin kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe rojane bi çekên giran êrişî herêmê dikin.

Ji Şehbayê heta Til Temirê cih û deverên sivîlan tên bombebarankirin. Di encama van êrişan de jî welatî şehîd û birndar dibin û ziyan li mal û milkên welatiyan dibe.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel-YPG’ê beriya niha eşkere kiribû ku eger dewleta Tirk êrişî wan bike, ew ê mafê bersivdayînê bikar bînin.

Tevî vê hişyariyê jî artêşa Tirk dawî li êrişên xwe neanî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di çarçoveya mafê bersivdayînê de rêzeçalakî pêk anîn.

Navendê encama çalakiyên xwe bi raya giştî re parve kir got:

Êrişên artêşa Tirk a dagirker li hember heremên me bi dijwarî berdewam dikin.

Ji ber van êrişan gelê me ê sivîl şehîd û birîndar dibe.

YPG: 4 Leşkerên Tirk û 9 çete hatin kuştin

Bi vê armancê di navbera 23 û 27’ê Cotmehê de li heremên dagirkirî çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin.

Di encamê de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 9 çeteyê hatin kuştin.

Her wiha erebeyeke leşkerî û, çekek A-4 û bombeavêjek hatin ruxandin.”

YPG’ê di dawiyê de ragihand li dijî van êrişên hovane, ji bo parastina gel û destketiyên xwe ew ê her gavê li dijî êrişan mafê bersivdayînê bikar bînin.

Back to top button