Zextên dijî çapemeniya azad li Tirkiyê

Dewleta Tirk a faşîst ji bo ku sûcên xwe yên hovane veşêre û ji raya giştî re neyê eşekre kirin, rojnemevanan hedef digire û hewl dide dengê rastiyê bi operasyonên binçavkiirnê qut bike. Bi girtina 9 rojnemevanên Ajansa Mezopotamya û Jin-newsê dewleta Tirk rûyê xwe yê hovane eşekre kir û heya niha kirinên xwe li dijî çapemeniya azad dewam dike.

Li Tirkiyê zext û zora li ser rojnamegeriya azad ji dema Osmaniyan û vir ve wekî kevneşopiyeke berdewam dike.

Gorî diyarkirina Rojnamegerên Bê Sînor di 2017’de di nav 180’ê welatan de Tirkiye ji hela zext û zora li ser rojnamegeriyê dimeşîne di rêza 155’an de ye.

Dewleta Tirk a faşîst, ji bo şikandina vîna gel di her aliyan de oparasyonên qirkirinê pêk tîne.

Nexasim ev oparasyon, gelê kurd, siyasetmedarên wê, Rojnemeger û têkoşîna jinan armanc digire.

Beriya vê, polîsan gelek navendên jinan girtin û xebatkarên wê binçavkirin.

Tenê di sala 2021’de li gorî rapora Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat’ê 62 rojnamevan hatine girtin, 55 rojnamevan rastî êrîşkariyê hatine. 2 jê jî hatine kuştin.

5’ê Nîsana 2021’an Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê 33 jinan de biryara binçavkirinê da.

7’ê Nîsana heman salê jî derbarê 10 parlamenterên HDP’ê de 13 fezleke hatin amadekirin.

Dewleta Tirk ji ber ku ji heqîqetê û çapemeniya azad ditirsin, rojnemevanan dike hedefa êrişên xwe.

Ev ne cara destpêkê ye ku operasyonên plankirî yên desthilatdariya siyasî ku kirasê darazê lê hatiye kirin li dijî Çapemeniya Azad tên kirin.

8’ê HezîranA 2022’an li Amedê li hember rojnamegeran operasyon pêk hat û ji aliyê serdozgeriya komarê ya Amedê ve 20 rojnameger hatin binçavkirin ku 16 ji wan hatin girtin.

Roja 25’ê Cotmehê jî, 11 xebatkarên Ajansa Mezopotamya û Jin-newsê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.

Piştî 4 rojan ji bin çavkirinê, bi îdîaya “endamên rêxistinê ne”, 9 rojnemevan hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kiryarên dewleta Tirk a faşist li dijî tevgera rojnemevanan dewam dike.

Li kêlek bi hezaran girtiyên siyasî; bi dehan rojnemevanên Kurd bi taybet di girtgehên dewletê de ne.

Back to top button