1ʹê Mijdarê ‘Roja Cîhanê ya Konabê’

Bi boneya 1ʹê Mijdarê Roja Cîhanê ya Piştevaniya Berxwedana Kobanê, meclîsa giştî ya PYD’ê û Koordinasyona Kongra Star a Rojava diyar kirin berxwedana Kobanê ji bo gelên azadixwaz û şoreşgerên azadiyê bû sembol û bingeha têkoşîna rizgariyê.
PYD’ê û Kongra Star li hemberî êrişên dagirkeriyê, banga xwedîderkitina rêveberiya xweser li gelên cihanê kir.

15ʹê Îlona 2014ʹan, çeteyên DAIŞʹê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrişên dagirkerinê birin ser Kobanê.

Li hemberî van êrişan şervanên YPG û YPJʹê berxwedaneke mezin raber kirin û di 26ʹê Çileya 2015ʹan serketina li hemberî DAIŞʹê ragihand.

Ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê, li cîhanê 1ʹê Mijdara 2014ʹan wekî Roja Cîhanê ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞʹê hat ragihandin.

PYD: Bi milyonan azadîxwazên Cîhanê piştgirî dan YPG û YPJʹê

Bi wesileya vê rojê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYDʹê daxuyaniyek weşand.

PYD’ê diyar kir bi milyonan azadîxwazên cîhanê piştgiriya xwe bi YPG û YPJʹê re nîşan da û got:

“Berxwedana Kobanê ji bo şoreşgerên azadiyê bû sembol û bingeha têkoşîna rizgariyê ya li hemberî terorê ya ku bi hovîtiya xwe cîhan da ber xwe.”

Di dewama daxuyaniyê de PYD’ê bal kişande hevkariya dewleta Tirk ya bi DAIŞ’ê re û hewldanên ji nû ve zindîkirina wê.

PYD’ê desnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide rêxistina DAIŞʹê bi navên cûda careke din geş bike û bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.

PYDʹê banga piştgiriya Rêveberiya Xweser li gelên Cîhanê kir

Di dawî de Meclîsa giştî ya PYDʹê spasiya hemû gelên cîhanê yên ku piştgirî dan berxwedana Kobanê kir û got:

“Carek din em bang li wan dikin ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser ya ku bi saya xwîna wan şehîdan hatiye damezirandin.

Ev rêveberî rastiya hêviya pêkhateyên Sûriyê îfade dike.

Em soz didin ku têkoşîna me ya li hemberî dagirkerî û tevahî komên çete wê heta rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî û vegera tevahî koçberan li ser xaka xwe, dewam bike”

Kongra Star: Divê bi rihê Kobanê li dijî dagirkeriyê têkoşîn bê kirin

Bi boneya 1ʹê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê, Koordînasiyona Kongra Star jî daxuyaniyek niviskî weşand.

Di destpêkê de Kongra Star şehîd Arîn Mîrkan û Rêvana û hemû şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anîn.

Kongra Star diyar kir di şexsê Arîn Mîrkan û Rêvana de berxwedana jin îro bûye semboleke navnetewî û got:

“Gelê Kobanê û şervanên azadiyê 134 rojan li dijî hovîtiya DAIŞʹê li ber xwe dan, têkoşiyan û mohra xwe li sedsala 21ʹ emîn xist.

Berxwedana Kobanê ya ku bi serkêşiya YPG ê û YPJ ê bi pêş ket bû raperîna wijdana hemû gelên cîhanê.”

Koordînasiyona Kongra Star ji gelên azadîxwaz xwest ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava, bi ruhê berxwedana Kobanê têbikoşin û got:

“Çawa ku hemû hêzên cîhanê li hember tarîtiya DAIŞʹê bûne yek û mirovahî ji vê xetereyê xilas kirin, pêwîst e îro jî bi heman ruhî xwedî li Kobanê û şoreşa gelên azadîxwaz derkevin .”

Back to top button