QSD’ê li Dêrazorê bi operasyonekê 2 çete kuştin û 2 jî girtin

Hêzên QSD’ê li gundê Loziyê yê Dêrazorê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke taybet li dar xist û di encamê de 2 çete hatin kuştin û 2 jî hatin girtin.

Malpera Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê têkildarî çalakiya hêzên xwe ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li gundên Dêrazorê, agahî parve kirin..

Li gorî malperê, hêzên QSD’ê 27`ê Cotmehê li gundê Loziyê yê rojhilatê Dêrazorê, li dijî şaneyeke DAIŞ`ê çalakiyeke taybet li dar xistiye.

Karê vê şaneyê hedefgirtina welatiyan û terora li herêmê bûye.

Hat ragihandin ku endamên şaneyên li cihê lêbûn, hatine dorpêçkirin û bang li wan hatiye kirin ku xwe radest bikin lê ser bersivdayîna çeteyan şer derket û 2 terorîst hatin kuştin, 2 jî hatin girtin, damanceyek, çekeke Klaşînkov, bombeyeke destan hatin desteserkirin..

QSD’ê diyar kir ku ew ê ji bo ewlehiya herêmê têkoşîna li dijî DAIŞ`ê bidomînin û heta ku bê bandor bikin.

Back to top button