KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ: DI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê ZÊDEYÎ 1300 SIVÎLÎ JIYANA XWE JI DEST DAYE

Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Emerîkayê ragihand ku di encama êrîşên wan li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Sûrî û Iraqê zêdeyî hezar û 300 sivîlî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rapora mehane ya Koalîsyona Navdewletî ku îro derket hat ragihandin ku Koalîsyon ji tebaxa 2014’an heya hezîrana îsal bi qasî 34 hezar û 514 êrîşên asîmanî pêk anîne.

Li gorî raporê di encama van êrîşan de herî kêm hezar û 321 sivîlî ne-biqazî jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ku Koalîsyona Navdewletî ku bi serkêşiya Emerîkayê ye çalakiyên li dijî DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê ji sala 2014’an ve dest pê kirine.

 

 

Leave a Reply

Back to top button