Li Şehbayê, 1.Konferansa Yekitiya Pîşeyên Tenduristî

Yekitiya Pîşeyên Tenduristî ya Herêma Efrînê bi diruşma “Bi yekitiyê em civakeke tendurist, exlaq û demokratîk ava dikin” 1.konferansa xwe li Şehbayê li dar xist.

Konferans li holê şehîd Axîn Welat a navçeya Fafîn a Şehbayê hat lidarxistin.

Nûnerên beşa tenduristî û meclisên saziyên sivîl a herêma Efrînê amade bûn.‎

Despêkê nirxandinên Rêber ‎Ocalan ên li ser girîngiya avakirina civakeke tendurist ‎hat xwendin.‎

Hevserokê TEV-DEM′ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xerîb Hiso axivî û ‎got: “Li gel rewşên dijwar û dorpêça ji hêla hikumeta Şamê ve û siyasetên din konferans hate lidarxistin.

Her wiha berxwedana şêniyan bersiva herî guncaw li dijî wan siyasetên qirêj e.

Li ser vê bingehê divê em xwe ji aliyên leşkerî û siyasî ve bi rêxistin bikin ku hemû plan û siyasetên qirêj têk bibin.”

Piştre rapora xebatên yekitiyê yên salên borî û rêzikname hat xwendin.

Her wiha hevserokatiya yekitiyê hate hilbijartin. ‎

Back to top button