Revandina sivîlan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve dewam e. Vê carê jî çeteyan çav zivirandine ser bijîşk û mamosteyan. Hat zanîn ku çeteyan welatiyê bi navê Ebdul-qadêr Zelxe yê ji gundê Senarê yê Şiyê revand
Hêjayî gotinê ye, Ebdul-qadêr Zelxe mamoste bû û endamê Meclîsa Herêmî ya navçeya Şiyê ya ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye avakirin e.
Ji xwe beriya 2 rojan çeteyan endezyarê ji gundê Hopka Xoşnav Hemo revandibû.
Berî wê jî bijîşk Kemal Cefer revand, heya niha jî çarenûsa wan nediyar e.
Li navenda bajarê Efrînê li ser riya gundê Turindê çeteyan welatiyê bi navê Mistefa Taha Başa revand.
Li Reco jî bi ji ber ku xutbeya Înê bi zimanê Kurdî daye, çeteyên bi navê Ceyş El-Îslam îmamê mizgeftê revand.
Her wiha rewşa jina bi navê Xaliye Dawûd a ji gundê Çomezina ya Mabetayê ku duh hatibû revandin, hîna nediyar e.