1’ê Mijdarê “Roja Kobanê ya Cîhanî”

Rêveberiya Xweser û TEV-DEM’ê bi boneya 1ʹê Mijdarê, Roja Kobanê ya Cîhanê peyam weşandin.
Di peyaman de 1’ê mijdarê hat pîrozkirin û hat gotin: “Em ê bi rihê berxwedana Kobanê têkoşîna xwe ya rizgarkirina herêmên dagirkirî dewam bikin ta ku dawî li terorê û dagirkeriyê bê anîn.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi boneya 1ʹê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê peyam weşandin.

Rêveberiya Xweser berxwedaniya Kobanê bi pêşengiya YPG û YPJ’ê bi qonaxa dîrokî ya têkoşîna li dijî terorê bi nav kir û got:

Rêveberiya Xweser 1ʹê Mijdarê roja Kobanê a Cîhanê pîroz kir

“Roja 1ʹê Mijdarê cîhan rabû û piştgiriya bi Kobanê re nîşan da.

Roja piştevaniyê bingeheke berxwedana Kobanê ye.

Xeyalên terorîst û rêxistina DAIŞʹê, li Kobanê têk çû û di 23ʹê Adara 2019ʹan de bi têkbirina rêxistina wê li ser erdîngariyê tacîdar bû.”

Rêveberiya Xweser di peyama xwe de piştgiriya cîhanê ji berxwedanê re û beşdarbûna ciwanên ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî û wiha domand:

Rêveberiya Xweser: Heta bi dawîkirina dagirkeriyê wê berxwedan bidome

“Di salvegera 8ʹemîn a vê rojê de, em ji helwesta piştgiya ku çêbû re rêzdar in.

Di parastina xeta berxwedanê ya Kobanê de em bi heman şêwazî û heman hêzê berdewam in.

Em teqez dikin ku em ê bi rihê berxwedana Kobanê, berxwedana Efrîn û Serêkaniyê dewam bikin heta ku serekeftin li dijî terorê misoger dibe.”

Rêveberiya Xweser di dawiyê peyama xwe de hemû şehîdên li Kobanê û gelemperiya herêmê canê xwe feda kirin bi bîr anî û soza şopandina riya wan dubare kir.

TEV-DEM’ê roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM jî di peyama xwe de salvegera 8`emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir..

TEV-DEM’ê got:

“Em her kesê ku piştgiriya berxwedana gel a Kobanê kiriye, silav dikin.

Em hemû şehîdên Berxwedana Kobanê, di serî de şehîdên enternasyonalîst ên ku di oxira vê berxwedana dîrokî de xwe feda kirin bi bîr tînin.

TEV-DEM: 1’ê Mijdarê serkeftina pêvajoyeke nû bû

1`ê Mijdara 2014`an wekî serkeftina pêvajoyeke nû bû.

Berxwedaneke bêhempa hebû û li dijî her kesê ku digot dê îradeya Kobanê bişike, bi ser ket.”

TEV-DEM diyar kir ew ê ruhê wefedarî û hevgirtina gelan bi vê berxwedanê re wê mezintir bibe û dagirkeriya Tirk a piştevana terorê bi dawî bibe.

TEV-DEM’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve jî bi bîr xist û û wiha bi dawî kir:

TEV-DEM: Divê mîrasa 1’ê Mijdarê ya li dijî terorê were parastin

“Tirkiya îro terorê li pêş çavên civaka navneteweyî ya bêdeng bi kar tîne û gefan li îradeya gelan dixwe.

Em bang dikin ku mîrasê 1`ê Mijdarê veguhere felsefe û çandekê di navbera gelan de û bê parastin.”

1ʹê Mijdarê ‘Roja Cîhanê ya Konabê’

Back to top button