Li Fîlîpînê jimara kesên ji ber lehiyê mirine derket 98’an

Li Fîlîpînê bîlançoya lehiyê giran dibe.
Jimara kesên ku di lehî û şimitîna ji ber barana zêde ya li Fîlîpînan de jiyana xwe ji dest dan derket 98’an.

Li Fîlîpînê bager û lehiyê bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kiriye.

Rayedaran ragihandin ku ji 27’ê Cotmehê ve di lehî û hezazê de 98 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Karasatê herî zêde bandor li bajarê Maguindanaoyê kir.

Li bajar ji ber bagera tropîkal Nalgae xisarên mezin derketin û 53 kes mirin.

Tê texmînkirin ku navbera 80-100 kes di bin kavilan de mane.

Xebatên ji bo lêgerîn û xelaskirina van kesan dewam dike.

Dilxwaz jî piştgirî didin xebatên rizgarkirinê ku artêş û polîs tê de beşdarin.

Bagera Nalgae bandor li nêzî 2 mîlyon mirovî kir û bêtirî 975 hezar Fîlîpînî jî neçar man, malên xwe biterikînin.

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Ninoy Aquino ya Manîlayê (NAIA) ji ber rewşa hewayê zêdeyî 100 sefer hatin betalkirin.

Serokomarê Fîlîpînê Ferdinand Marcos di axaftina xwe ya li ser kanalên televîzyonê de xemgîniya xwe anî ziman û wiha got:

Divê me karîba tevdîrên hîn baştir bigirta.

Li Fîlîpînên her sal bi giştî 20 bager lê diqewimin.

Di sala 2013’an de ji ber bagera Haiyan bêtirî 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û wêraniyeke mezin rû da.

Back to top button