Li Hindistanê pir hilweşiya: Herî kêm 141 kes mirin

Li Hindistanê ji ber ku pireke daliqandî hilweşiya, bi sedan kes ketin avê.
Li gorî agahiyên dawî herî kêm 141 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha 80 kes jî hatine rizgarkirin.

Li bajarê Morbî yê eyaleta Gujarat a Hindistanê pira daleqandî ya bi dirêjahiya 233 metre hilweşiya.

Bi dehan kes ketin çemê binê pirê.

Berpirsan gotin, nêzîkî 400 kes, di nav wan de zarok jî hene, cejneke olî pîroz dikirin û pira daleqandî piştî demeke kurt hilweşiya.

Tê gotin, pir di sala 1880’î de ji aliyê Îngilîzan ve hatiye çêkirin.

Li gor daxuyaniya Polîsê Morbî 141 kesan jiyana xwe ji dest dane, bêtirî 80 kes hatine rizgarkirin û 15 kes jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Artêş û hêzên deryayî yên Hindistanê jî beşdarî operasyona rizgarkirinê bûn û tevahiya şevê lêgerîn dewam kirin.

Hat diyarkirin ku pir piştî sererastkirina wê ya bi mehan, beriya çend rojan hatibû vekirin.

Li gor nûçeya kanala NDTVyê, pira ku roja Çarşemê piştî 7 mehan di bin temîrkirinê de hat vekirin, belgeyên ewlehiyê tune bûn.

Modi: Min di jiyana xwe de kêm êşên wiha dîtiye

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi got;

Ew ji ber vê trajediyê pir xemgîn e û ragihand ku ji bo kesên di qezayê de mirin û birîndar bûne dê tazmînat bê dayîn.

Modi di axaftina xwe ya îro kirî de, gotina”min di jiyana xwe de êşên bi vî rengî pir kêm dîtine” bikar anî.

Back to top button