Li Ukrayna şerê bêzarkirin ê

Ukrayna careke din bû armanca êrişên Rûsya.
Hêzên Rûsya tevî paytext Kîev bi moşekan êrişî Zaporijiya, Xarkiv û Odessa kir.
Rêveberên Ukrayna dibêjin, di êrişan de navendên enerjiyê hatine armanckirin.
Di vê navberê de, bi vekişîna Rûsya ji korîdora genim re, nirxê genim careke din bilind bû.

Li Ukrayna êdî şerê navbera Kîev û Moskow bi armanckirina navendên pêdiviyên jiyanî re derbasî qonaxeke nû bûye.

Ji despêka meha 9’an a şer re, Rûsya êdî bi awayekî eşkere stasyonên elektirîkê yên Ukrayna kir armanc.

Piştî êrişa herî dawî ya li Derya Reş ku li dijî hêzên Rûsya pêk hatî, Moskow asta êrişên xwe zêdetir kiriye.

Piştî du rojan ji êrîşa li ser fîloya Rûsyayê ya li Kirimê, Rûsya bi dijwarî êrişê herêmên Ukraynayê kir.

Îro careke din Ukraynî bi dengê moşekên Rûsya şiyar bûn.

Şêwirmendê Wezîrê Karên Hundir ê Ukraynayê Anton Geraşçenko li ser Twitterê parve kir ku hêzên Rûsyayê bi moşekên krûzê li dijî wan êrîşek pêk anîne û got,

“Îro danê sibê 40 moşekên krûzê yên Rûsyayê li nava Ukrayna ketin.

Serokê Şaredarê Kîevê Vitaly Klichko jî li ser hesabê xwe yê Telegramê wiha got:

“Di encama êrîşa ku li ser tesîsên binesaziyê yên krîtîk hat kirin de li hinek deverên paytext elektrîk qut bû.

Li hinek deveran av tune.”

Hate diyarkirin ku di encama êrîşên li ser herêmên din ên welat de, bi taybetî enerjî û binesaziyên din ên krîtîk zirar dîtine.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, li bajarên Zaporijiya, Kirovograd, Xarkiv û Odessa jî dengê teqînan hatiye.

Berpirsên Ukraynayê ragihandin ku pergalên wan ên parastina hewayî dixebitin.

Nirxê genim careke din biha bû

Di vê navberê de vekişîna Rûsya ji peymana korîdorê bû sedema nirxê zad careke din giran bibe.

Bi biryara Rûsyayê re, nirxê genim ji sedî 5,4 zêde bû.

Ev yek ji 14’ê Cotmehê ve weke nirxê herî zêde yê genim hat dîtin.

Nirxê genim derket 8,7 dolarî.

Nirxê garis jî bi zêdebûna ji sedî 2,2 re, derket 6,96 dolarî.

Herî dawî nirxê genim di meha Adarê de3 bi 13,6 gihiştibû asta rekorê.

Ji bo krîza zad cereke din dernekeve ji NY û welatên rojavayî bang li Rûsya tê kirin ku careke din li peymanê vegere.

Back to top button