Dahata nefta 9 mehan a Iraqê bêtirî 90 mîlyar dolar e

Kompanyaya Bazarkirina Nefta Iraqê (SOMO) ragihand ku di 9 mehên 2022’an de, bi bihayê bêtirî 90 mîlyar dolar neft hatiye firotin.

SOMO, derbarê dahata nefta ya di nava 9 mehên sala 2022’yan de raporek belavkir.

Li gorî raporê di 9 mehên sala 2022’yan de bi bihayê 90 milyar û 388 milyon û 786 hezar û 336 dolar neft hatiye firotin.

Li gorî vê rêjeyê, her meh bi bihayê 10 milyar û 43 milyon û 198 hezar û 481 dolar neft hatiye firotin.

Gorî heman raporê, herî zêde di Gulana 2022’yan de dahata neftê hatiye bidestxistin ku ew jî 11 milyar û 477 milyon û 514 hezar û 4 dolar bû.

Herî kêm jî di Çileya 2022’yan de ku ew jî 8 milyar û 322 milyon û 679 hezar û 526 dolar bû.

Back to top button