Herêmên Euro efnlasyon ji sedî 10,7 di asta rekorê de ye

Bi şerê li Ukrayna re, li Ewropa bihabûnek zêde heye.
Li gorî daneyên meha Cotmehê ya Eurostatê, enflasyon li Herêma Euro gihîşt asta herî bilind a ji sedî 10,7 e.

Enflasyona li Herêma Euro rekorên nû şikand.

Li gorî daneyên Eurostat, Buroya Îstatîstîkê ya Ewropayê, li 10 welatên ku euro bikar tînin, di Cotmehê de bihayên xerîdaran gihiştiye ji sedî 10,7.

Enflasyona xerîdaran a li Herêma Euro ya ku krîza enerjiyê lê dijî, di meha Îlonê de ji sedî 9,9 rekor şikand.

Bihayê enerjiyê di meha cotmehê de ji sedî 41,9 zêde bû.

Di dema ku buhayên enerjiyê bi domdarî zêde bû, xurek û hilberên îthalkirî jî buha bilind kirin.

Di heman demê de para sektora xizmetguzariyê vê mehê hindik ma.

Zêdebûna bihaya xurek û enerjiyê ya nepêvajoyî ji sedî 6 derket ji sedî 6,4.

Enflasyon, bêyî alkol û tutunê li ber çavan bê girtin, ji sedî 5’e.

Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) di sê mehên dawî de rêjeya faîzê 200 puan zêde kir.

Tevî fikarên paşketinê yên di aboriyê de, ECB hefteya borî rêjeya polîtîkayê 75 xalên bingehîn zêde kir.

Bankê îşaret kiribû ku zêdebûn wê li dijî enflasyonê bidome.

Aborînas li bendê ne ku paşveçûn heya dawiya çaryeka yekem a sala 2023’an bidome.

Bihayên gazê ku hîna di astên bilind de ne, daketin jêr asta havînê.

Ev jî hêviyan zêde dike ku ewropî wê bi bandorên qutkirina gaza Rûsyayê re rû bi rû bimîne.

Civîna bê ya ECB wê di 15’ê Kanûnê de pêk were.

Back to top button