Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 45. de didome

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ên bi pêşengiya jinan dewam dike.
Di roja 45’an a serhildanan de careke din li gelek deveran û zanîngehan çalakî hebûn.
Hêzên rejimê jî bi tundî êrişên xwe dewam dikin.

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 45’an de berdewam dikin.

Tevî êrişên hêzên rejîma Îranê jî, zanîngeh û dibistan bûne navendên sereke yên serhildanê.

Li zanîngehên Sine, Seqiz, Merîwan, Pîranşarê, xwendevan daketin qadan û bê navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.

Hêzên rejîma Îranê derdora zanîngeh û peymangehên Sine dorpêçkirin û êrişî xwandekaran kirin.

Li gelek bajarên Îranê jî xwendekarên zanîngehan weke rojên borî neçûn dibistanan û li dijî rejîmê daketin qada.

Li gelek zanîngehan jî hêzên besîcan xwestin meşa xwandekaran asteng bikin û şer derket.

Hêzên rejîmê gelek xwandekar girtin û bi ambûlansan birin cîhên nediyar.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê bi peyamekê bang li zanîngeh û navendên zanistî yên cîhanê kir da ku piştgirî bidin xwendekarên zanîngeh û dibistanên Îranê.

Çalakiyên welatiyan jî duh bi şev li Serdeşt, Dîwandere, Bokan, Merîwan, Sinê û gelek deverên din bi pêşengiya jin û ciwanan hatin lidarxistin.

Li Tehran, Êsfehan, Erak, Bender Ebas û gelek bajarên din jî gel bi pankartan li qadan bûn li hin deveran jî şer hebû.

Back to top button