Çalakiyên Gerîlayan bê navber didome

Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla têk diçe rojane çekên kîmyewî bikartîne.
HPG’ê ragihand dagirkeran 32 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî qadên gerîla bombebarankirin.
Her wiha HPG’ê diyar kir li Girê Amediyê yê herêma Metîna leşkerekî Tirk hate kuştin.

Li Başûrê Kurdistanê şerê di navbera gerîlayan û artêşa Tirk ya dagiker de bê navber dewam dike.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeran berxwedana xwe ya dîrokî didomîne û wiha got,

“Artêşa Tirk a sûcdarê şer ku nikare berxwedana gerîla bişkîne bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êriş dike.

Lê tevî van êrişan jî hêzên me yên ku li dijî êrişên qirkirinê ên li ser gelê me bi berpirsyariya dîrokî radibin li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber çalakiyên xwe dewam dikin.”

HPG’ê derbarê êrişan û çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

Li girê Amediyê yê Metîna leşkerekî Tirk hate kuştin

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 30’yê Cotmehê li qadên Saca, Sîda û Çemço tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li hêzên dagirker xistin.

Her wiha li Qada Çemço hêzên me li dronekê xistin û neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 30’yê Cotmehê li Girê Amediyê yê Metîna li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin çeperên şer yên Şehîd Sîpan bombebaran bikin.

Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.”

Artêşa Tirk 32 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êriş pêk anîn

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 32 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî, 13 caran bi balafirên şer, 52 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button