Li Minbicê êrişên bi çekên kîmyawî hat şermzarkirin

Çalakiyên gel yên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya hêzên cîhanî zêde dibin. Şêniyên Minbicê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk dan û bang li hêzên navnetewî kirin ku êrişên bi çekên kîmyewî bisekinîn.

LI Minbicê dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk meşek hate lidar xistin.

Bi sedan kes, şêx û rêspiyên eşîrên ereb û endamên û nûnerên saziyan beşdarî meşê bûn.

Piştî ku meş veguherî mêtingê daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hate kirin ku li dijî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk bertekê nîşan bidin.

Her wiha bang li sazî û hêzên navnetewî hate kirin ku êrişên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyewî bisekinîn.

Back to top button