Li Kobanê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan bi meşekê hate şermezarkirin.
meş bi dirûşma “Li dijî tecrîd, îxanet û dagirkeriyê, bikevin şerê azadiyê” pêk hat.
Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê û navçeya Şêranê beşdarî meşê bûn.
Piştî ku meş veguherî mêtingê, hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û tecrîda li ser Rêber Apo û Bêdengiya rêxistinên mafên mirovan şermezar kir.
Di dawiyê de Hebûn Mihemed bang li ciwanan kir ku ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo bikevin nava tevgerê.