Chomsky: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Yek ji zimanzan û nivîskarê navdar yên cîhanê Noam Chomsky diyar kir dîl girtina Rêber Apo li dijî mirovahiyê ye û xwest tavilê azad bibe.

Zimanzanê Emerîkî yek ji kesayetên sereke yên Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Noam Chomsky ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Chomsky bal kişande li ser zext û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û got, “Tirkiye timî bi rengekî bêrehm zilm li Kurdan kiriye. Ji bo Kurdan biperçiqîne, her firsendê bi kar tîne.”

Chomsky têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Apo jî wiha got,

“Divê Ocalan ji vê dîlgirtina derveyî mirovahiyê tavilê bê berdan.

Fikrên wî ji pêşketin û destketiyên li Rojava re bûn çavkanî.

Di heman demê de ji aliyê rejîmên li herêmê û ji aliyê hêzên nerewa ve weke gefekê tên dîtin.”

Back to top button