KNK JI BO HELWESTEKE NETEWÎ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK KOM DIBE

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê wê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê rêxistinên siysaî bîne cem hev.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê ji bo helwesta netewî li dijî dagirekriya Başûrê Kurdistanê diyar bike îro li Kuluba Çapemeniyê ya Brûkselê civînekê li dar dixe.

Nûnerên partî û rêxistinên civaka sivîl ji çar parçeyên Kurdistanê wê di civînê de beşdar bin.

Armanca civînê ew e ku bi tevlêbûn û desteka hemû pêkhateyan belgeya helwesta netewî were ragihandin.

Tê payîn bêhtir ji 100 kesayetî beşdarî civînê bibe.

Leave a Reply

Back to top button